• Saturday, 21 February 2026
logo

HDP: Bangên danîna çekan bi yekalî bersiv nabîne

HDP: Bangên danîna çekan bi yekalî bersiv nabîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Mîthat Sancar dibêje, di dema herî dijwar ya şer de danûsendin tên kirin û ew dikarin bi AKPê re bikevin diyalogê.

Parlamenterê HDPê sancar beşdarî Radyoya Dengê Rûsyayê bû û bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê ku gotibû, "Em dikarin vegerin şertên gulana 2013'ê".

Sancar da zanîn ku, pirsa kurdî, ne karê xendek û operasyonan e û bi rêbazên Seddamê têkdana bajaran tenê hêrsa gel zêde dike.

Sancar got, bangên danîna çekan bi yekalî, bersiv nabîne û da xuyakirin, eger bê xwestin AKP, CHP û HDP dikarin rêyek bibînin û şertên paşvekêşanê nîqaş bikin.

K24
Top