• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Herêma Flanderza Belçîka kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Herêma Flanderza Belçîka kir
Roja pênçşem 07.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Geertt Bourgeois Serok Wezîrê Herêma Flanderza Belçîka û şandekî li gel kir ku ji Kon Yongbilut Berpirsê Fermangeha Karubarên Derveyê Herêma Flanderz û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên wê Herêmê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Herêma Flanderza Belçîka spasî rexsandina hevdîtinê û wê pêşwaziyê kir ku li wî bi xwe û şanda li gel hatiye kirin. Her wiha ji bilî behskirina wan tehdîdên ku rûbirûyê xelkê Kurdistanê bûye, pesnê serkeftin û xweragiriya gelê Kurdistanê û qurbanîdana Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan kir û dilxweşiya xwe jî bi wê sîstema ku xelkê Kurdistanê ya li berçavgirtina mafên mirov û pêkvejiyanê nîşanda ku bi beşdariya jinan peyrew dikin. Her wiha amadehiya xwe û welatê xwe jî ji bo piştgîrîkirina gelê Kurdistanê nîşanda û pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî ya serkeftinên Kurdistanê de hebû û wê yekê xisterû ku li wê yekê bawere ku paşaroja Kurdistanê li destekî emîn daye.

Li beranber da Serok Barzanî spasî hevsozî û piştgîriya şanda mîhvanan kir û ji bo qurbaniyên rûdana terorîstiyên bajarê Brukselê serxweşiyê li gelê Belçîka û şanda mîhvanan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê ku bi xwe qurbanê destê terore, hevsoze li gel we û balkişand li ser hereşeyên terorê ku hereşeya terorê hemû aliyek dike armanc û rûbirûbûna wê jî hewlekî ciddî û hemû aliyane û dilsozane, hem li ruyê serbazî hem jî li ruyê fikrî û aborî û civakî ve pêwîste.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste ser tehdîdên li ber gelê Kurdistanê û her wiha sedemên qeyrana darayî û behsa ewe jî kir ku civaka navdewletî li meseleya koçberan de wekî pêwîst yarmetiya Herêma Kurdistanê nedaye û Hikûmeta Iraqê jî li vî derbarî de kêmterxem bûye.

Her li vê hevdîtinê de behsa dîroka siyasiya Iraqê û qeyrana siyasiya niha û şerê azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musil û her wiha paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin.
Top