Almanya biryareke ne bi dilê Tirkiyê amade dike
Lê wiha xuya dike ku ev yek wê heta 24ê Nîsanê bê guhertin. Li gor zanyariyên rojnameya almanî Tagesspiegel, Parlementoya Almanyayê li ser wê yekê kar dike ku di nava du hefteyan pêş de “komkujiya Ermeniyan” bikeve dengdanê û weke jenosîd werê qebûlkirin. Herwiha Almanya wê para xwe jî di “komkujiya Ermeniyan” de qebûl bike.
Serokwezîra Almanyayê Merkel jî piştî hevdîtineke ligel Serokê Ermenistanê Sersch Sargsjan roja Çarşemê li Berlînê piştrast kir ku van rojan ev yek dê bibe mijara Parlementoya Almanyayê û bikeve dengdanê jî, lê nexwest ti zanyariyên bêtir bide.
Di vê bareyê de Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Cem Ozdemir ji rojnameya "Tagesspiegel" re got ku ew li benda wê yekê ne ku partiyên din ên Parlementoya Almanyayê li ser soza xwe bimînin û diyar kir ku hevdîtinên wan yên bi partiyên din re didomin.
Li gor çavdêran, Almanya ji ber berjewendiyên xwe yên ligel Tirkiyê heta niha ji vê yekê direve ku bi fermî bûyerên salên 1915-1916 weke jenosîd bi nav bike.
Rudaw
