Demîrtaş bersiva Erdogan û Bagçelî da
Wek amajeyek bo alîgirên PKKê û HDPê, Receb Tayib Erdogan, serok komarê Tirkîyê û Dewlet Bagçelî serokê MHPê ragîhandibû, divê hemû kesên piştevanîya terorê dikin regeznameya wan bên wergirtin, li hember jî Selahedîn Demîrtaş gotîye; Erdogan bi xwe digel terorîstên Daişê danustandin kirîne bo rizgarkirina karmendên konsolxaneya Tirkîyê li Mûsilê.
Di bersiva Bagçelî jî da ku gotibû ber li ser berî nehêlin li Silopîyê, got: eger serê wan ji laşê wan bê pekirin ew teslîmî faşîstên Tirkîyê nabin.
War.tv
