Parlamenterê HDPê bang li PKKê kir: Bê şert, şer bide sekinandin!
Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan, tekez kir ku pêwîst e Tirkiye careke din vegere şert û mercên 2013 û got: "Divê PKK çekan bêdeng bike û dewlet jî lezê bide pêvajoya demokratîkbûnê."
Altan Tan, îro li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir û bal kişand ser rewşa Tirkiyê û şer û pevçûnan. Tan, diyar kir ku ji ber vê rewşa aloz, Tirkiye ji cîhana derve dûrketiye.
Tan, da zanîn ku ne mimkun e ev rewşa han di warê siyasî û aborî de berdewam bike û wiha axifî: "Tirkiye neçar e aştiya navxwe û derve pêk bîne. Ev ne tenê di warê pirsa Kurdî de ye. Li Tirkiyê kirîza birêvebirinê heye. Loma ji bo çareserkirina van pirsgirêkan aştî lazim e."
Wî parlamenterê kurd her wiha ragihand ku divê bilez Tirkiye vegere şert û mercên 2013 û got: "Pêwîst e PKK bê şert û merc çekan bêdeng bike û di çarçoveya banga Ocalan a di Newroza 2013ê de hêzên xwe yên çekdar derxe derveyî Tirkiyê."
Tan tekez kir ku divê hikûmeta Tirkiyê jî di heman demê de pêngavên pêwîst biavêje, diyalog, hevdîtin û demokratîkbûnê bixe nav Destûra Bingehîn û meselê bidawî bike.
Rudaw
