Mesrûr Barzanî: Piştî DAIŞê, divê rola pêkhateyên Mûsilê hebe
Îro 6 Nîsanê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalya Enzo Emandola û şanda ligel wî kir, di civînê de Mesrûrû Barzanî hêvî kir ku kar jibo nûjen kirina bendava Mûsilê bi zûtirîn dem were kirin, jibo rêgirtinê li karesetek mirovî, û tekezî li ser birêvebirina bendava Mûsilê li qonaxa piştî DAIŞê de kir.
Di civînê de ku Balyozê Îtalya li Iraqê Marko Karliyoz û Konsila Îtalya li Hewlêrê Elîsandira Dîpîbo jî têde amade bûn û li Hewlêrê birûveçû, gotûbêj derbarê dawî rewşa şer li bereyên cengê, metirsiyên egera rûxandina Bendava Mûsilê, bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyên Herêma Kurdistanê û Îtalya û pirsgirên navçeyê hatin kirin.
Mesrûr Barzanî spasiya helwêsta Gel û Hikûmeta Îtalya li ser piştevaniya wan bo Gelê Kurdistanê kir, amajeb bi wê yekê kir ku divê di qonaxa piştî rizgar kirina Mûsilê divê rola pêkhateyên wê parêzgehê di birêvabirian wê de berbiçav bê kirin.
Di heman civînê de Mesrûr Barzanî rona da ser metrisiyên egera rûxandina Bendava Mûsilê, li gorî rêkeftinekê di navbera Hikûmeta Îtalya û Bexda biryare kompaniyek Îtalî dest bi nûjen kirina bendavê bike, jiber li gorî pisporan heger ew bendav birûxwe dê karesetek mirovî mezin rû bide, û hêvî kirk u bi zûtirîn dem nûjen bibe, herwiha tekezî li ser amadebûna Herêma Kurdistanê bo her hesankariyekê eşkere kir.
Di beşekî din de ji vê civînê bibhêzkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan hate behs kirin, herwiha şanda mêva jî bi şehnazî behsa qehermaniya Pêşmerge kirin û tekez kirin ku em herdu aliyê şerê dijminekî hevbeş dikin û em dixwazin pêwendiyên me di hemû waran de berdewam bikin bi şêweyî ku berjewendiyên herdu aliyan têde hebe.
Basnews
