• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya kir

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya kir
Roja çarşem 06.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Enzo Amêndola Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya û şandekî li gel kir ku ji Marko Karlînos Balyozê Îtalya li Iraq û xanima Alesandra Dîpîbo Konsolê Îtalya li Hewlêr pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya pesnê rola Serok Barzanî û qehremaniya hêzên Pêşmerge ya li şikandina terorîstan kir û wê yekê xisterû ku welatê xwe bi dostê gelê Kurdistanê dizanê û rêz ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê û her wiha daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo dabînkirina paşarojeke baştir heye.

Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku hatiye pabendbûna welatê xwe ya ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorîstên Da'îş de dûpat bike.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Îtalya kir û serdana Serok Wezîr û berpirsên bilindên Îtalya ya Herêma Kurdistanê di destpêka şerê Da'îş bi belgeya dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Îtalya da zanîn û pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên her dû aliyan yên li warên cûda cûda da kir. Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî behsa şerê teror û serkeftinên hêzên Pêşmerge kir û wê yekê dûpatkir ku teror hereşeyekî cîhaniye li ser hemû aliyek û rûbirûbûna wê hewlekî niyazpak û ciddî ya hemû welatan pêwîste û nabê hinek alî terorê wekî kartekî bikarbînin ji ber ku li encamê da her ew bi xwe li agirê terorê da dişewitin.

Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin û şanda mîhvan Serok Barzanî ji kar û çalakiyên tîmên Îtalya li Kurdistanê û Bendava Musilê agahdar kirin.

Top