• Saturday, 21 February 2026
logo

Turkîya piştîvanî ya xwe bo Azerbaycanê li dijî Ermînyayê tekez dike.

Turkîya piştîvanî ya xwe bo Azerbaycanê li dijî Ermînyayê tekez dike.
Ehmed Dawidoglo,serok wezîr ê Turkîya, piştîvanî ya xwe bo Azerbaycanê li dijî Ermînîya tekezkir û dibêje : Turkîya weha dibîne ku Ermînyayê ev hêriş kirîye ser dever a sinûrî ya Nagornokerebax. Li gor zanyarî yên ajans a Royterz, Dawidoglo di peywendêyek a telefonî de li gel Îlham Îlayîv, serok ê Azerbaycanê, piştevanî ya Enqereyê bo Azerbaycanê tekez kir li şerr ê dijî Ermînîyayê.

Di dema çend roj ên bûrî de şerr û pêkdadan li dever a sinûrî ya Nagornokerbax çêbû û bi eger a wê jî heya niha 20 serbaz ên Azerbaycanî hatine kuştin û nêzîkî 50 jî birîndar bûne û şerr berdewame.

Ji alîyek dî ve wezîr ê berevanî ya Turkîyayê Îsmet Yelmaz û fermande yê bala ya supay ewî welatî , Holsoy Akar, li gel fermandar ên bilin ên serbazî yên supa ya Azerbaycanê kombûn û ragehandin Azerbaycanê maf ê xwe berevanîyê ji serwerî ya axa xwe bike.

K24
Top