Serokê MHPê: Divê li Nisêbînê kevir li ser kevir nemîne
Dewlet Baxçelî ku yek ji wan serokane ku bi eşkere dijayetiya xwe jibo Kurdan radighîne, vê care bi tundiyek mezin axaftin li dijî Kurdan kir û got: “Em piştevaniya operasyonên leşkerî dikin, lêbelê ew operasyon li Nisêbîn xavin, pêwîste bi tenê 3 roj muhlet bo xelkê were dan jibo bajar valabikin, piştre divê Nisêbîn bibe ax û kevir li ser kevir nemîne.”
Herwiha rexne li Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu kir, li ser sedana wî ya jibo Amedê ku gotibû: “Ez dê xaniyekî li Amedê bikrim.” Herwiha rexe li serdana wî kir ku, Ala Tirkiyê di nav xelkê de nehatibû bilind kirin.
Basnews
