• Saturday, 21 February 2026
logo

Ştayînmayer: Rêkkevtin a Turkîyayê û Yekêtî ya Ewrûpayê pêdivî bi demê heye.

Ştayînmayer: Rêkkevtin a Turkîyayê û Yekêtî ya Ewrûpayê pêdivî bi demê heye.
Firank Valter Ştayînmayer di kongireyek a serbazî de li Berlînê, ragehand ku pêdivî ye em li bend a encam ên rêkkevtinê bîn û rexneyê lê negirîn, çunku rekevtinek a bi vî awayî pêidvî bi demê heye.

Herweha wezîr ê derve ya Elmanyayê ragehand ku armanca serekî ya evê rêkkevtinê ewe ku weha li penaberan bike, çi yê din naçar nebin ew rê yên metirsîdar bixin pêşî ya xwe û jîyan a xwe bixin di metirsîyê de û cihek hejî ji wan re li Turkîyayê bihê dabînkirin.

Wezîr ê derve yê Elemanyayê got jî: bo çareserkirin a tengije ya penaberan, hêvîdare ew rêkkevtin serkevtî be û ew penaber û koçber ên ji Ewrûpayê divegerin mal û cih ji wan re bihê dabînkirin.

Roj a Dûşembî ya bûrî yekem karwan a penaxwazan ji Yunanê hatin vegerandin bo Turkêyayê ku hijmar a wan 202 penaxwaz bûn û piranî ya wan jî pakistanî bûn.

K24
Top