• Saturday, 21 February 2026
logo

Hewlêr - 11emîn pêşangeha pirtûkan vebû

Hewlêr - 11emîn pêşangeha pirtûkan vebû
11emîn pêşangeha pirtûkan li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat vekirin.

Îro yazdehemîn pêşangeha pirtûkan li Hewlêrê vebû. Qurdeleya pêşangehê ji aliyê Serok Barzanî ve hat jêkirin.

Di pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê de, ku ji aliyê dezgeha medyayî ya Meda ya iraqî ve hatiye vekirin, 200 navendên çap û belavkirina pirtûkan ji 20 welatên erebî û 4 welatên ewropî beşdar bûne û zêdetirî 700 hezar pirtûk tê de hatine nîşandan.

Pêşangeh dê 10 rojan bidome. Nirxa pirtûkan li gorî şert û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê hatiye kifşkirin û li gorî salên borî, pirtûk erzantir in.

Pirtûkên ku di pêşangehê de hatine nîşandan, di warên dîrok, felsefe, erdîngarî, zanistî, ayînî û gelek warên din de ne.

Rudaw
Top