Jeruselam Post: Îran û Iraq bi rêya PKKê dixwazin Herêma Kurdistanê lawaz bikin
Di rojnameyê de ew jî hatîye ku Îranê dixwaze PKK beşdarî azadkirina Mûsilê bike, ev jî bo wê yekê ye ku rê ji avakirina Herêmeka Sûnne bê girtin û rê jî nede desthilata Herêma Kurdistanê berfireh bibe.
Rojnameyê xuya kir, Îran bi armanca lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê, bi rêya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ve, hewl dide Şengal, Çîyayê Şengalê û dûv re jê Musilê kontirol bike.
Rojname ya Jeruselam Post a Îsraîlî ku bi zimanê Îngilîzî tê weşandin, di raportekê de belav kiriye ku bi egera giringî ya strejîk û erdnîgarî, Îran û hikumet a Îraqê dixwazin ew dever ji dest hikumeta Herêma Kurdistanê derxînin û ew bi xwe kontrola wir bikin, bi evê yekê jî dibe metirsî bo ser Îsraylê, ji ber ku li sala 1991ê, rijêma Sedam li ser çîyayê Şengalê ve Îsraîl bombebaran kir.
Ew rojnameya Îsraîlî ew jî belav kir ku çîyayê Şengalê ciheke bo çavdêrîkirina û sîxûrîkirinê bi ser welatên deverê, ji bo ku Şengal devereka sinûrî ya mezine û qebare ya Şengalê dû hindî Lubnanê ye.
Rojnemeyê amaje bi wê jî kirîye, niha hêza Pêşmerge deverên derdorî Şengalê kontrol kirine, lê PKK, bi alîkariya Îranê û hikumeta Bexdayê dixwaze evê bi gohere. Ev jî bi anîna 1600 çekdaran bo herêmê, ew kesê ku fermandariya wan hêzan dike, endamekê Civata Navendî Ya YNKê ye.
Herweha rojanemeya Jeruselam Post dibêje: Bi kontrolkirina Şengalê, Îran dikare bandora xwe li Îraq û Suryayê berfireh bike, ji ber ku ji wê deverê ve Îran dikare alîkariya leşkerî û darayî bo rijêma Esed bişîne.
Herweha Jeruselam Post nivîsîye, Eger Pêşmerge li Şengalê be, tu gefek li ser Îsraîlê wê nabe, lê eger Pêşmerge li wir nebe gef dikevin ser Îsraîlê.
Piştre rojname behsa vê yekê dike, hikumeta Bexdayê bo lawazkirina şîyana Pêşmerge, amade nîne mûçe yên wan bide, lê bûdce û mûçe yên PKKê li Şengalê dide.
Ji alîyeke din ve rojnameyê ew jî belavkirîye ku Îran dixwaze PKK beşdariyê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bikin. ev jî bo wê yekê ye ku rêgirîyê li avabuna herêmeka Sûnne bigire li herêmê. Herweha rê nede desthilata Herêma Kurdistanê berfireh bibe.
Jeruselam Post dibêje: Îran pereyeka mezin danaye bo avakirina hejmarek dezgehên çapemeniyê bo bikaranîna wan li dijî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Başûrê Kurdistanê.
