• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK û YNKê li ser 5 madeyan lihev kirin

PDK û YNKê li ser 5 madeyan lihev kirin
Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna îro de li ser 5 madeyan lihev kirin.

Civîna du alî ya navbera PDK û YNKê derbarê aloziyên vê dawiyê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê de îro li Hewlêrê dest pê kiribû, bidawî hat û piştî civînê daxuayniyek hat dayîn.

Hat ragihandin derbarê guhertinên kabineya hikûmeta Iraqê de herdu YNK û PDKê li ser madeyan lihev kirin.

Li gor daxuyaniya herdu aliyan li ser van madeyan lihev kirin.

1-Pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal Iraqê de kûrtir bûne. Ji ber vê yekê tenê bi van guhertinan pirsgirêk nayên çareserkirin.

2-Pêwîst e bê diyarkirin şirîkitiya gelê Kurdistanê bi Iraqa federal ve maye an na? Li gor herdû partiyan şirîkitiya gelê kurd hatiye binpêkirin.

3-Çi guhertinên li dezgehên Iraqê tê kirin divê pişka Kurdan bê parastin û mafê îdariya siyasî ya Kurdistanê heye ku derbarê vê yekê nûnerên xwe diyar bikin.

4-Herdû partî amaje dikin ku divê pişka tevahiya aliyên Kurd bê parastin.

5-Herdû alî dizanin girîng e ku şandeke bilind bo gotûbêjkirina pirsgirêkan biçe Bexdayê.

Rudaw
Top