Azerbaycanê gefek mezin xwar: Emê êrişî paytexta Qerebaxê bikin!
Ev çend roj in şerekî giran li herêma sînorî ya Qerebaxê di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê de derketiye û heta niha jî didome.
Wezîrê Berevaniyê yê Azerbaycanê Zakir Hesenov ragihand, Azerbaycanê agirbesta yekalî ragihandibû lê Ermenistanê guh neda wê agirbestê û êrişî hêzên Azerbaycanê û deverên sivîl kir.
Zakir Hesenov gef li Ermenistanê xwar û got, eger ew êrişên xwe nedin sekinandin emê êrişî paytexta herêma Qerebaxê bikin. Navê paytexta Qerebaxê, Stepanakert (azerî jê re dibêjin Xankendi) e û nifûsa wê jî derdora 50 hezar kes e.
Wezîrê Berevaniya Azerbaycanê her wiha da zanîn ku di heyama çend rojên borî de “bi sedan” leşkerên Ermenistanê hatine kuştin, gelek tank û topên wan hatine jinavbirin, tenê “16 leşkerên azerî” di şer de hatine kuştin.
Îranê hişyarî da Ermenistanê!
Îranê jî ragihand, topeke din a şerê Azerbaycan û Ermenistanê li nav xaka wî welatî ketiye û ziyan gihandiye gundekî wî welatî.
Li gorî medyaya Îranê, alîkarê waliyê bajarê Tewrêzê yê Îranê Seîd Şebisterî daye zanîn ku duh danê sibê topeke Ermenistanê li gundê Xodaferîn li eyaleta Tewrêzê ketiye û ziyan gihandiye xaniyên gundiyan.
Wî rayedarê îranî diyar kiriye ku Îranê nerazîbûna xwe li hember vê yekê bi fermî ji rayedarên Ermenistanê re ragihandiye.
Roja 2 vê mehê jî 3 topên şerê Azerbaycan û Ermenistanê li nêzîkî wî gundê Îranê ketibûn. Di wan bûyeran de tiştek bi kesî nehatibû.
Rudaw
