Komara Çekê çend pirojeyan li Kurdistanê bicih dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Konsula giştî ya Konsolxaneya Komara Çekê ya li Hewlêrê Eva Derdakova û şada pê re kir.
Nêçîrvan Barzanî bi minasibeta destbikarbûna Eva Derdakova pîrozbahî li wê kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û jê re got ku hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar amadene pişgiriya kar û xebatên wê û konsolxaneya Çekê li Hewlêrê bikin.
Di civînê de, Derdakova tekîd kir ku welatê wê dê li ser piştgirî û alîkarîkirina Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞ de berdewam be.
Derdakova behsa pirojeyên li Herêma Kurdistanê bicih bikin kir got, ewê ji bo sponserkirina kampa Aşitî ya bo koçber û penaberan li Silêmaniyê, dirustkirina avahiya dêrekê bo mesîhîyên Alquşê, vekirina kursên pêwîst bo pizîjkên Kurdistanê li paytexata Çekê, çareserkirina pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyên taybet yên arteşa Çekê û avakirina wan deverên ji bin destê DAÎŞê tên rizgar kirin, bibin alîkar.
Herdû aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliyên dualî kir û behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.
Di şerê li dijî DAIŞê de beriya hemû welatan Komara Çekê ji bo Hêzên Pêşmerge çek şandibû.
