• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Bilinda Danustandinên Rikeberên Sûriye kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Bilinda Danustandinên Rikeberên Sûriye kir
Roja dûşem 04.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Riyaz Hicab Serokê Desteya Bilinda Danustandinên Rikeberên (Opozîsyon) Sûriye kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Sûriye û her wiha guftûgo û danustandinên Cênêv ya li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku danustandinên Cênêv bi xêr û li berjewendiya xelkê Sûriyê de bigihe encamek û piştevaniya xwe jî ji bo her hewlek ku bibê sedema dawî anîna bi êşên gelê Sûriye nîşanda.

Top