• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkîyê: 1000 polîsên hêzên taybet dixwazin dest ji kar berdin

Tirkîyê: 1000 polîsên hêzên taybet dixwazin dest ji kar berdin
1000 polîsên ji hêzên taybet yên Tirkîyê dixwazin dest ji karberdin û ew yek bûye qeyranek mezin.

Ajansa Cumhurîyet ya Tirkî belav kir ku piştî oparasyon û şerên li bakurê Kurdistanê ku têde 85 polis hatine kuştin û zêdetir ji 400 polîs jî birîndar bûne, niha qeyrana dest ji kar berdana polîsan destpêkiriye û ew polîs jî bi hinceta ku pirsgirêkên malbatî hene dixwazin ji kar derkevin.

Di vê derbarê da rêveberê giştî yê polisên Tirkîyê Celalettîn Lekesîz fermaneka nivîskî hinartîye bo 62 mingehan li bajarên cûda û têde dîyar dike ku eger rê li ber wê qeyranê vekin oparasyonên li bakurê Kurdistanê bisernakevin û ji ber wê yekê jî heta oparasyon bidawî nebin ew dest ji karkêşana çi kesî qebul naken.

War.tv
Top