• Saturday, 21 February 2026
logo

Qonaxa duyem a operasyona azad kirina Mûsilê destpê kir

Qonaxa duyem a operasyona azad kirina Mûsilê destpê kir
Şeva borî berpirsekî artêşa Iraq bi fermî ragehand ku, qonaxa duyem a êrîşên artêşa Iraqê destpê kiriye û li başûrê rojavayê Mexmûrê jî bombebarana balefir û topbaran destpê kir.

Çavkaniyekî li fewca yek a liwaya 91 ê artêşa Iraqê ragehand; ‘’Ji şeva borîve balefirên şer ên hevpeymanan û topxaneyan de bombe barana gundê Nesr a li başûrê rojavayê Mexmûrê destpê kir û fewca yek û du, di amadebaşiyê de ne ku biçin nawa gund.’’

Derbarê rewşa Mûsilê de jî çavdêr dibêjin: ‘’Artêşa Iraqê li Mexmûr û sînorê parêzgeha Mûsilê nikarin pêşde biçin. Ji ber ku ne serkeftina artêşa Iraqê du sedemê wê hene, yekem gumana hebûna kesên ku di nav artêşê de, ku berî êrîşê zanyariyan bidin DAIŞe û berpirsan jî ev yek piştrast kirin ku, berî artêş bikeve tevgerê, bi giştî plan digehîte dest DAIŞê. Sedemê duyem jî nebûna hemahengiyan li gel Pêşmerge ye. Pêşmerge jî, ji bo beşdar kirinê mercên wî hene û daxwaza pirçek kirinê dike, ku mafê wane. Heta Pêşmerge pirçek neyê kirin û beşdarî operasyonê nabe. Artêşa Iraqê jî nikare pêşdeçûnekî temamî bike.’’

Hefteya derbasbuyî artêşa Iraqê li bereya Mexmûrê, ji bo çar roj operasyonek kir. Lê nekarî gundê Nesr rizgar bike.

Basnews
Top