• Saturday, 21 February 2026
logo

YPG nûneretiya xwe li wî welatê Ewropa vekir!

YPG nûneretiya xwe li wî welatê Ewropa vekir!
Yekîneyên Parastina Gel (YPG, ku wek hêza çekdarî ya PYDê tê nasîn, li welatê Çêkê, bi fermî nûneretiya xwe vekir.

YPGê duh di civîneke çapemeniyê de vekirina ofîsa xwe li paytexta Çêk-Pragê ragihand.

Heftaya borî heyeteke YPGê serdana Pragê kiribû û bi rayedarên Wezareta Bergiriya Çêkê re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê hevdîtinê, nûneretiya YPG li bajarê Pragê hat vekirin.

Şanda YPG û Rojavayê Kurdistanê ya ku çûbû Pragê, ji fermandeya YPJê Nesrîn Ebdullah, endma YPJê Îman Derwîş, siyasetmedar Îdrîs Nehsan, berdevkê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer pêk hatibû.

YPGê ji bo ku nûneratiyê xwe li Fransa û Îtalyayê jî veke, serdana wan welatan kiribû.

PYDê jî di meha Sibata îsal de li Moskova paytexta Rûsyayê, nûneratiya xwe vekiribû.

Rudaw
Top