• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji ber cilê Kurdî bêrêzî li hember jinekî parlamentera Iraqê hate kirin

Ji ber cilê Kurdî bêrêzî li hember jinekî parlamentera Iraqê hate kirin
Ji ber ku cîl û bergê Kurdî li xwe kiriye, jinekî Kurd a parlamenterê Iraqê, ji aliyê leşkerên Iraqê ve bêrêzî li hember wê hate kirin.

Leşkerên Iraqê li navçeya Sewz a Bexdayê, parlamentera Kurd a Iraqê Eşwaq Caf radiwestînin û daxwaza nasnameyê lê dikin, ku li gor yasa nikarin daxwaza nasnameyê li parlamenterekî bikin.

Eşwaq Caf bi malpera fermî ya PDKê re ragehand, ji ber ku cil û bergê Kurdî li xwe kiribu, ji aliyê leşkerekî ve bêrêziyekî zêde li hember wê hatiye kirin.

Piştî wê bêrêziyê, ew parlamentera Kurd, peyvendî li gel parlamenterekî Ereb Hakim Zamlî çêkiriye û jê re gotiye ku, ji ber cilê Kurdî li berxwe kiriye, leşkerekî sivikayî û bêrêzî li hember wê kiriye û jê pirsiye, evaye pêkve jîyan li gel Bexdayê?

Herwaha Eşwaq Caf ragehand, Berpirsê parastina navçeya sewz Ferîq Mihemed Riza, bi berpirsyarî tevgeriya ye û diyar kiriye, divê ew leşker bê siza kirin.

Basnews
Top