• Saturday, 21 February 2026
logo

Demîrtaş: eger partîya me ji sîstemê bê durkirin, Tirkyê dê hilweş

Demîrtaş: eger partîya me ji sîstemê bê durkirin, Tirkyê dê hilweş
Selahedîn Demîrtaş, hevserokê partîya demokrata gelan ragehand: eger partîya wan ji sîyasetê bê dûrkirin, Tirkîyî dê hilweşe.

Demîrtaş aşkere kir; ji ber bergirîya berdewama wan, koçka serokatîya komarîya Tirkîyê ya têkçûye.

Ragehand jî: Tirkîyê dixwaze HDPê ji sîyasetê dûr bike, lê bila bizane, eger HDPe ji sîyasetê bê dûrkirin, Tirkîyê dê hilweşe.

Demîrtaş eşkere jî kir; li deverên bakurê Kurdistanê, hikûmet xwendingehan dike bingehên serbazî, rojnameyên Tirkîyê jî tên kipkirin, hikûmeta Tirkîyê li dijî aştîyê di raweste.

Hevserokê HDPê amaje da wê yekê jî; ew behsa kesekî dikin ku hestê mirovatîyê li bawî nîne, her kesê li dijî Erdogan raweste, bi dijmin tê bi navkirin.

Aşkere kir jî; hindek berpirsên akepê ji reftarên dijminkarane yên partîya xwe ne razîne, belê ji ber sîyaseta bêdeng kirinê wan jî bêdengî hilbijartî ye.

War.tv
Top