Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Newzad Remzî Qezaz kir
Ji bo malbata xwedê jêrazî Newzad Remzî Qezaz
Gelek bi mixabinî nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyarê bajarê Silêmanî û Emîdê Firokevaniyê xanenişîn Kak Newzad Remzî Qezaz gihîşt min ku têkoşerekî bi helwest û dilsozê Kurdayetî û dostê nêzîkê min bû û yekem firokevan û yek ji wan efserên nîştimanperwerane bû ku her zû hate rêza şoreşê û rêxistinan ve û bi dirêjahiya temena xwe xizmeta doza rewaya gelê xwe li hundir û derveyê welat kiriye û heta cara dawî bi sedema nexweşiya ve li derveyê welat koça dawî kir.
Bi vê helkeftê ve serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û hevalên xwedê jêrazî dikim û hevsozê xema we me. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
