Davutoglu: Eger PKK vegere 2013 an pêvajoya aştiyê dikare destpê bike
Davutoglu di serdana xwe ya li Amedê, ligel komek rojnamevanan civîya bû û pirsên wan bersivandibû. Hat zanîn ku, Davutoglu di wê civînê de diyar kiriye ku, pêvajoya aşitiyiyê wan bidawî ne anîne. Ger piştî teqîna Pirsûsê li bajarê Semsûrê 2 polîsên wan nehatiba kuştin wan dest bi operasyonan nedikir.
eger PKKê hemû çekdarên xwe ji Tirkiyeyê vekişîne, ew dikarin her tiştî biaxifin û gûftûgo bikin.
Davutoglu got ku, pêwîste PKKê dev ji çekan berde. Ji ber ku, dema çek werin bikaranîn nirxê raman û siyasetê namîne.
basnews
