Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş kir
Li hevdîtinê de ku Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û sedemên qeyrana siyasiya Bexda de danustandina bîr û ramanan kirin û biryar hate dayîn her dû alî li şêwirîna peydakirina rêyeke derbasbûna ji qeyrana siyasî de berdewam bibin.
Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser peywendiyên her dû aliyan û her wiha behsa amadekariyên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê kirin.
