Hunermendê navdarê ereb: Kurd çi bêjin emê pişta wan bigirin!
Hunermendê Îmaratî Husên Cesmî, ku bi rêya Xaça Sor a navdewletî ji bo alîkariya penaberan hatiye Kurdistanê, ji Rûdawê re got, em ji bo alîkariya penaberan hatine vir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rolek girîng di alîkarîkirina penaberan de lîstiye.
Husên Cesmî diyar kir ku ew hatine li Hewlêrê nexweşxaneyekê ji bo penaberan vekin û got, em alîkariya zarokên nexweş û malbatên penaber dikin.
Wî hunermendê ereb li ser statûya Başûrê Kurdistanê jî axivî û got, gelê kurd her biryarekê bide emê piştgirî bikin…
Husên Cesmî sala 1979 li bajarê Xor Feqan ê Îmaratê ji dayîk bûye. Ji sala 2002 ve stranan dibêje. Heta niha gelek albomên wî ketine bazarê.
Rudaw
