• Saturday, 21 February 2026
logo

Îsraîl û Amerîkayê dîsa hişyarî dan: Neçin Tirkiyê!

Îsraîl û Amerîkayê dîsa hişyarî dan: Neçin Tirkiyê!
Amerîka û Îsraîlê, hişyarî dan welatiyên xwe û ji wan xwestin, serdana Tirkiyê nekin, yên li Tirkiyê ne jî ji wî welatî derkevin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê duh ji welatiyên amerîkî xwest ku serdana çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek Hatay, Kilîs, Dîlok, Riha, Şirnex, Amed, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Êlih, Çewlîg, Dêrsîm, Çolemêrg, Bedlîs, Elezîz, Edene, Îzmîr û Muglayê nekin.

Herwiha di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya Balyozxaneyê hatiye weşandin, ji welatiyên Amerîkayê re hatiye gotin ku neçin herêmên nêzîkê sînorê Sûriyê jî.

Îsraîlê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku metirsiya êrişa DAIŞê û rêxistinên din ên terorîstî li dijî welatiyên îsraîlî û biyanî yên li Tirkiyê zêde bûye ji ber wê jî bila welatiyên îsraîlî serdana Tirkiyê nekin û yên li wir jî di demek kurt de ji wî welatî derkevin.

Di heyama 2 hefteyên borî de herî kêm 3 caran Amerîka û Îsraîl hişyarî dane welatiyên xwe û ji wan xwestine neçin Tirkiyê.

Di teqîna 19ê Adara îsal ya Stenbolê de, 3 îsraîlî hatibûn kuştin û 3 jî birîndar bibûn.

Rudaw
Top