Fermandeyekê pêşmerge: YPGê pirsan li hember rizgarkirina Êzîdîyan peyde dike
Qasim Dirbo, fermandê hêzên pêşmerge li Şingalê bo malperê fermî yê partî got: berîya çend rojan, hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rêyên xwe yên taybet 50 kes ji Kurdên Êzîdî, ji destê Daişê rizgar kirin û li hemberî rizgarkirina her kesekî, wan 5 hezar dolar dane, lê çekdarên YPGê û YPJê, pirsan li hemberî rizgarkirina Kurdên Êzîdî dirust dikin û bangeşeyên seyr li dijî hikûmet û hêza pêşmerge diken.
Got jî: ku xelkê Şingalê gelek ji kiryarên hêzên ser bi PKKê ve bêzarbûne û rojane xwe dikine xwedanên deskevtên hikûmeta herêmê û hêzên pêşmerge û bi behaneyên cuda û bangeşe û poxtan û direwan, hewla serdabirina xelkê diken.
Wî fermandeyê hêzên pêşmerge hoşdarî jî da, eger YPGê û hêzên ser bi PKKê ve, berdewambin li ser poxtan û bangeşeyên xwe, ew nikarin çi Kurdên din yên Êzîdî yên di destê Daişê da, rizgar bikin.
Wat.tv
