• Saturday, 21 February 2026
logo

Seferên balafirê ya Amed û Hewlêrê dest pê dike

Seferên balafirê ya Amed û Hewlêrê dest pê dike
Seferên balafirê di navbera Amed û paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê de dest pê dike.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kir û hevdîtineke ligel Serokê Amedê yê AK Partiyê kir.

Ahmet Davutoglu ragihand, seferên balafirên THYê dê 10ê Nîsanê di navbera bajarê Amedê û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de dest pê bike.

Davutoglu anî ziman ew yek biratiyê nîşan dide û wiha got: “Beriya niha dema ku behsa hemnîjadiyê dihat kirin bi têne tirkên hemnîjad dihat bîra mirov, lê bila bê zanîn ku kurdên ji derveyê welat jî hemnîjadên me ne û tirk jî hemnîjadên me ne.”

Rudaw
Top