Amerîka pişta hikûmeta nû ya Iraqê girt!
Koşka Spî duh (1 Nîsan) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, alîkarê Serokê Amerîka, Joe Biden bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re li ser şerê DAIŞê û rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Biden piştgiriya xwe ji bo guhertin û reformên siyasî yên ku ji aliyê Serokwezîr Ebadî ve hatine kirin, nîşan daye.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, roja 31 Adara îsal, guhertin di kabîneya hikûmeta xwe de pêk anîbû û hejmara wezîrên hikûmetê daxistibû 16an. Di nav kabîneya nû ya Ebadî de ku wek “kabîneya teknokrat” tê binavkirin, pişka kurdan tenê 3 wezaret in.
Ebadî 3 kurd bo wan sê wezaretan pêşniyar kiribû lê yek ji wan bi navê Dr. Nizar Mihemed Selîm, ku ji bo Wezareta Petrolê hatibû pêşniyarkirin, pêşniyara Ebadî qebûl nekir.
Dr. Nizar Selîm gotibû, heta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî razî nebe ez nabim Wezîrê Petrola Iraqê.
Ji aliyekî din, nûnerên kurd ên li Bexdayê piştî ku kabîneya nû hat ragihandin, daxwaza guhertina Serokwezîrê Iraqê jî kirin.
Kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, divê di heyama 10 rojan de ji aliyê parlamentoya wî welatî ve were pesendkirin yan jî redkirin.
Rudaw
