Civata wezîran sersala aşûrî-babilî û cejna Ekîto pîroz dike
Em hêvî dikin ku, ev cejn cejna bidawîhatina hemû nexweşiyan be û şikandin û jinavbirina terorîstan be, daku hemû xûşk û birayên me yên mesîhî û tevaya koçber û penaberên ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî, yên ku bi neçarî mal û mike xwe bi cî hêlabûn, bi serbilindî û serferazî bo ser mal û miken xwe vegerin.
Terorîstan bi tawanên xwe yên hovane dirbeke mezin li kultura pêkvejiyana netewe û olên cudayên deverê daye, lê belê herêma Kurdistanê, weke hertim, dê weke wargeha aramî, lêbihurînî û pêkvejiyana olî û neteweyî bimîne û kurên Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên xwe ve, dê terorîstan jinav bibin û bi ser wan de serkevin.
Careke din sersala aşûrî-babilî û cejna Ekîto li hemû aliyan pîroz dikin. Em hêvîdar in ku, cejna bê di bin siha serketin, aşitî, aramî û îstîqrareke timam de pîroz bikin.
Civata Wezîrên herêma Kurdistanê
01.04.2016
