Li Parîsê teqînek rûda
Li avahiyekê li bajarê Parîs ê paytextê Fransa çend xûlek berî niha teqînek çê bû.
Li gor agahiyan, avahiya ku teqîn lê çêbye, avahiya akincîbûnê bûye.
Çend wêneyên bûyerê di hesabên li ser tora civakî ya Twitterê hatine belavkirin, ku di wêneayn de tê xuyakirin, ku bûyer di avahiyeke çend qatî de çê bûye û zirar gihîştiyê avahiyê. Herwiha tê dîtin, ku dûkel li avahiyê bilind dibe.
Derbarê sedema teqînê û zirarên wê de ti agahiyên zelal nehatine ragihandin.
Malperên Sputnik û televizyona RT ên Rûsya ragihandine, ku teqîn ji ber agirberbûna gazê li avahiyekê derketiye.
Ajansa France Press a Fransa (AFP) jî ji zarê polîsan ragihandiye, ku di encama bûyerê de 5 kes birîndar bûne.
Piştî teqînê tîmên hawarçûnê, agirvemirandinê û hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê amade bûne.
Rudaw
