Artêşa Tirkiyê Qamişlo da ber topan!
Topxaneya Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê îro Înê 1ê Nîsanê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê da ber topan.
Li gor agahiyên medyayên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), îro danê sibehî leşkerên Artêşa Tirkiyê yên li ser sînor nav bajarê Qamişlo topbaran kirin. Hat ragihandin, ku 3 gulleyên tope li nav bajêr û li cihê ku welatiyên sivîl lê dijîn, ketin.
Di encama topbaranê de ti zirarên canî çê nebûn, lê zirarên darayî gihîştin cihên ku top lê ketin.
Yek ji wan gulleyên tope li Mizgevta Nebî Salih ket û di encamê de zirar gihîşt mizgevtê. Herwiha gulleyek e tope jî li mala welatiyekî sivîl li taxa Xerbî ya Qamişlo ket û zirarek mezin gihande wê malê.
Gulleya sêyem jî di nav bazarekê de ket û zirarên darayî gihand milkên welatiyên sivîl.
Ji aliyekê din ve medyayên nêzîkî PYDê ragihandin, ku leşkerên Tirkiyê di saetên sere sibehî de gulle bi ser bajêr de reşandin.
Li gor zanyariyan gulle li mal û otomobîla welatiyekî sivîl ketin. Di bûyerê de ti zirarên canî çê nebû, lê belê zirar gihîşt mal û otomobîla wî welatiyê Qamişlo.
Rudaw
