• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Amedê teqîn: 7 kuştî û 27 birîndar

Gulan Media March 31, 2016 Nûçe
Li Amedê teqîn: 7 kuştî û 27 birîndar
Li Bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê teqînek mezin çê bû û di encamê de 7 polîs hatine kuştin û 27 polîs û welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên, îro kêlîkek berî niha teqînek mezin li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê qewimî.

Wek agahiyê destpêkê, teqîn li ser rêya Amed-Rihayê û li nêzîkî termînalê (otogarê) bûye.

Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz di daxuyaniyeke de ragihand di encama teqînê de 7 polîs hatine kuştin û 13 polîs û 14 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

Piştî teqînê hejmareke zêde ya ambulansan û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ji ber çêbûna teqînê tirsek mezin di nav welatiyên bajarê Amedê de çê bûye.

Rudaw
Top