Çaksazî yên Ebadî hatin pesid kirin.
Ebdaî di gotarekê de ragehand, kabîne ya wî ji 18 wezaretan pêk dihê, ku 16 ji wan hatine guhertin û ji vê hijmareyê Sî Vî ya 14 yan di amade ne û radestî serokatî ya Civat a Nwêneran dihên kirin.
Got jî: di dem a 15-30 rojan guhertin di post ên birîkar ên wezaretan û serok ên desteyan dikim.
Di beranber de Civat a Nwêneran bi teva ya dengan, rezamendî nîşan dan daku di dem a mehekê de çaksazî bihên encamdan.
Duhî Muqteda Sedir gef li Civat a Nwêneran kir, ku ev pirs nehê bi dawîxistin û deng bidin bi çaksazî yên hikumetê.
Jêder ên berpirs li Civat a Nwêner ên Îraqê behs a ewê yekê dikin lîst a yekem a guhertin ên Ebadî, guhertin a 7 wezîran e, hîç ji wezaret ên serwerî di nav lîsta Ebadî de nîne.
Li gor zanyarî yên nûçegihanê Kurdistan 24, her yek ji wezaret a Dad, Jêder ên Avê, Veguhaztin, Saxlemî û wezreta Bazirganî ji alî yê Ebadî ve berbijar bo nehatine dîyarîkirin.
Jêder amaje bo ewê yekê dikin, xwe diparêze ji ji destkarîkirin a wezaret ên serwerî, çunku hinek alî nemaze jî Hizab a Dewe û Civat a Bala ya Îslamî rijtin li ser veman a post ên wan.
Her yek ji wezaret ên berevanî û hindûrî nahên destakarî kirin.
K24
