• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Hikûmeta Holandayê tîmên şêwirmendên leşkerî dişîne Kurdistanê’

Gulan Media March 31, 2016 Nûçe
‘Hikûmeta Holandayê tîmên şêwirmendên leşkerî dişîne Kurdistanê’
Hikûmeta Holandayê aşkera kir ku, bi armanca perwerde û rahînana hêza Pêşmerge ya hemberhatina rêkxistîna DAIŞê, ew dixwazin tîmeka taybet a şêwirmendên leşkerî bişînin Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniya Holendayê Jeanine Hennis-Plasschaert, bi perlemantoya welatê xwe re ragehandiye, di vê heftîyê de, artêşa Holenda yê, 25 şêwirmendên leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê bo zêdetir perwerdekirina pêşmergeyan û berhevkirina wan bo opozîsyona Mûsilê.

Herweha wezîrê Bervanî ya Holenda yê aşkera kir ku 25 şêwirmend li nêzîk çeperên Pêşmerge wê bên bi cihkirin û beşdariyê di tu hemberhatinekê de nakin.

Di destpêka Sibata evsal de, 100 şêwirmendên Holendî ji bo perwerde û rahînana hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li hewlêrê ne.

Basnews
Top