• Saturday, 21 February 2026
logo

3 wezîrên hikûmeta Tirkiyê li Amedê ne

Gulan Media March 31, 2016 Nûçe
3 wezîrên hikûmeta Tirkiyê li Amedê ne
3 wezîrên hikûmeta Tirkiyê gihîştin bajarê Amedê û bi nûnerên saziyên sivîl re di civînê de ne.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak ragihand, bîstekê beriya niha Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz, Wezîra Jîngeh û Bajarvaniyê Fatma Guldemet û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahir Ûnal gihîştin Amedê.

Dekak da zanîn ku her sê wezîrên hikûmetê niha li avahiya Walîtiya Amedê bi nûnerên saziyên sivîl ên Amedê re di civînê de ne.

Li ser naveroka civînê jî Dekak got, di civînê de li ser çawaniya nûavakirin navçeya Sûrê ya Amedê, ku ji ber şer wêran bûye, tê axaftin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, wezîrên han dê saet 13:00 bi dema Amedê derkevin pêşberî rojnamevanan û li ser serdana xwe agahiyan bidin.

Di heyama çend rojên borî de hatiye belavkirin ku dewlet dixwaze penaberên ereb ên Sûriyê li Sûrê bicîh bike her wiha tê gotin ku dewletê dest daniye ser dikan û malên xelkê Sûrê. Tê pêşbînîkirin ku ew şanda hikûmetê bersiva van îdia û pirsan jî bidin.

Rudaw
Top