Erdogan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re hevdîtinek “kurt” kir!
Li gorî medyaya Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Erdogan, ku ji bo civîna ewlehiya etomî çûye Amerîka, duh li avahiya Sefareta Tirkiyê ya Washingtonê bi John Kerry re hevdîtin kir.
Li ser naveroka hevdîtinê, Sefareta Amerîka ya Enqerê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand, hevdîtina Kerry û Erdogan, kurt bûye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Kerry û Erdogan li ser rewşa Sûriyê, şerê li dijî DAIŞê û çawaniya bihêzkirina hevpeymaniya her du welatan di wî şerî de gotûbêj kirine.
Ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadolu jî behsa hevdîtina han kiriye lê ti agahiyk li ser naveroka wê nedaye, tenê behsa wan rayedaran kiriye ku tevlî wê hevdîtin bûne.
Li gorî wê ajansê, wezîr û rayedarên ku di hevdîtina Erdogan û Kerry de beşdar bûne, ev in:
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Misteşarê Wezareta Derve Ferîdûn Sinirlîoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Balyozê Washingtonê yê Tirkiyê Serdar Kiliç û Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin. Nûnerê taybet ê Obama di şerê DAIŞê de Brett McGurk û Arîkara Wezîrê Derve yê Amerîka Vîktoriya Noland.
Serdana vê carê ya Erdogan bo Amerîka, gelekî bala medyaya Tirkiye û cîhanê kişand ser xwe û heta niha jî di rojevê de ye. Sebeba vê yekê jî ew e ku beriya ku Erdogan biçe Amerîka dihat gotin ku Obama ji Erdogan aciz bûye û naxwaze wî bibîne.
Lê Ajansa Anadolu li ser zarê rayedarên Tirkiyê ragihandiye, Obama dê bi Erdogan re hevdîtin bike.
Rudaw
