• Saturday, 21 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto

Gulan Media March 31, 2016 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xuşk û birayên Aşûrî û Kildanî û Suryaniyên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim ev helkeft û serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkekî nû bê ji bo bi dawîhatina wan êş û azarên li encama êrîşa zalimaneya terorîstan ya ser pêkhatên olî û neteweyî û xelkê Kurdistan û Iraqê de pêkhatiye.

Her çende bi sedema teror û hizra tundrewiyê û tayîfegerî li Iraqê da hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê neçarbûne mal û halê xwe bi cîh bihêlin û rû li Herêma Kurdistanê bikin, lê belê ev rewşa xerap bi tu awayekî bandorê li ser ferhenga birayetî û pêkvejiyana Kurdistanê nake û Kurdistan penageha aram û pêkvejiyana ol û neteweyên cûda cûda dimîne û em hemû li dijî teror û tundrewiyê li yek sengerê dayîn û me yek çarenûsa hevbeş heye.

Hêvîdarim her çi zûtire aştî û aramî û rêzgirtina cûdahiyên li Iraq û navçe û cîhanê li xwe bigrê û hûn yên azîz jî hemû salek li bin sayeya aramî û bexteweriyê de cejn û şadiyên xwe bi xweşî pîroz bikin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.03.2016

Top