Pisporên Rûsî: Dewleta Kurdî durust dibe
Wê rojnameyê nivîsiye: “Erê damezirandina navenda leşkerî ya Amerîkî li Herêma Kurdistanê bi hinceta şerê DAIŞê, lê pispor tekez dikin ku ev yek pêngava ragihandina dewleta Kurdî ye.”
Amerîka li nêzîkî Mexmûr navendek leşkerî bi mebesta alîkariya hêzên Iraqî di şerê rizgar kirina Mûsilê de bikin, niha çend sed leşkerek têdene.”
Li gorî Dîplomatê Rûsî Vîtşlav Matozov, damezirandina vê navendê ne tenê jibo şerê li dijî DAIŞê ye.
Navborî herwiha gotiye: “Amerîkî ber bi durust kirina Dewleta Kurdî diçin, ana kirina navendên leşkerî li Kurdistana Rojava, hebûna Hêzên Marêniz li Herêma Kurdistanê. herwiha peyama Barzanî ku arasteyî Amerîka kir jibo piştevaniya serxwebûnê, ev hemû pêngav ber bi wê yekê ve diçin, wate Amerîka bi eşkere şerê DAIŞê dike, lê karên wê yên din jî hene, damezirandina wê navenda li Mexmûrê pêngavek bi wê arasteyê ve ye.”
Heta niha nehatiye diyar kirin ku, ka hikûmeta Bexda razîbûye li ser ava kirina vê navenda li Mexmûrê, lê li gorî hindek pesporan Amerîka bi tenê rezamendiya Herêma Kurdistsnêwergirtiye, û ev pêngaveke ber bi damezirandina dewleta Kurdî.
Basnews
