Şahê Urdinê: Tikriyê welatekî têrorîste
Li gorî nûçeya ajansa navborî ku ji aliyê Rojnamevan Davîd Hêrst hatiye amade kirin, Şah Ebdullah jibo axaftinê li ser pêhateyên Rojhilata Navîn û şêweyê rûbirûbûna têrorê, di wê civînê de nerînên xwe derbirîne, di wê axaftinê de bi eşkere Tirkiyê welatekî têrorîst binav kiriye.
Herwiha gotiye ku, şandina têrorîstan ji Tirkiyê bo Ewropa, beşeke ji siyaseta Tirkiyê ye û ev salaek li ser kar dike.
Ji aliyê xwe Sînatorekî Amerîkî dipirse; Aya Tirkiyê petrolê ji DAIŞê dikire, yan jî DAIŞê petrolê bo Tirkiyê dişîne? Şah Ebdullah gotiye: “Tekez ev tiştaya heye.”
Şah Ebdullah herwiha behsa wê yekê kiriye ku, Ergogan baweriya wî bi Islama radîkal tê jibo çareseriya pirsgirêkan, herwiha Tirkiyê ne ligel ti welatekî ye ku şerê DAIŞê bike.
Di beşekî din de ji axaftina xwe Şah Ebdullah amjae bi wê yekê kiriye ku, Tirkiyê ne bi tenê alîkariya girûpên radîkal li Sûriyê dike, belkî alîkariya girûpên radîkal li Somalû Lîbya jî dike, ew pirs jî ji sînatorê Amerîkî kiriye; Aya jibo çi artêşa Somal li Tirkiyê tê rahênan kirin?
Basnews
