Artêşa Iraqê dest bi êrişê kir
Piştî ku duh pênşemî hêzên Iraqê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge li navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Mûsilê dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin û çend gund ji destê çekdarên wê rêxistinê derxistin, îro cardin Artêşa Iraqê dest bi êrişê bo ser gundên di bin kontrola DAIŞê de kir.
Peymanêrê Rûdawê li eniya şer li başûr-rojavayê Mexmûrê Ferhad Dolemerî ragihand: "Artêşa Iraqê di êrişên îro de gundê Xire Berdan kontrol kir û balafirên şer ên hevpeymanan bi giranî derdora Geyare bombebaran dikin."
Peyamnêrê me got: "Balafirên hevpeymanan bi dijwarî gundê Şeyale li derdora bajarokê Geyare didin ber bombeya û hêzên Artêşa Iraqê jî êrişa xwe bo ser gundê Xetab ku di bin kontrola DAIŞê de ye, dest pê kirin."
Li gor zanyariyan, Hêzên Pêşmerge jî li pişt hêzên Iraqê ne û di amadebaşiyê de ne, da ku di egera şikesta hêzên Iraqê de bergiriyê bikin û nehêlin çekdarên DAIŞê derbasî çeperên wan bibin.
Duh hêzên Iraqê dest bi operasyoneke berfireh li navçeya Mexmûrê kirin û di encamê de çend gund kontrol kirin. Bi operasyona duh ve Artêşa Iraqê ragihand, ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye.
Rudaw
