• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêzeke taybet a pêşmerge bi çekên giran li Dûzxurmato hat bicihkirin

Gulan Media March 25, 2016 Nûçe
Hêzeke taybet a pêşmerge bi çekên giran li Dûzxurmato hat bicihkirin
Herêma Kurdistanê hêzeke taybet a pêşmerge bi li navçeya Dûzxurmatoyê bicih kir. Rêvebirê Polîsê Dûzxurmatuyê jî ragihand: “Hevwelatiyên Kurd bi hatina wê hêza pêşmerge gellek keyfxwş bûne.”

Roja pênşemî 24ê Adarê bi şev û berî destpêka sibehî, hêzeke taybet a pêşmerge bi serpireştiya Fermandeyê Yekîneya 70 a Hêza Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa bi mebsta aramkirina rewşa deverê bo navçeya Dûzxurmatuyê hat şandin û li wê navçeyê bicih bûn.

Ligel şandina hejmareke zêde ya pêşmergeyan, Wezareta Pêşmerge çekên giran, otomobîlên leşkerî û wesayitên zirhî jî bi wê hêzê re şande Dûzxurmatoyê.

Pêştir jî hêzên pêşmerge li navenda bajarê Dûzxurmatu û derdora wê hebûn. Şandina wê hêza nû ya pêşmerge û bicihkirina wan li navenda Dûzxurmatu piştî aloziyên wê dawiyê li wê navçeyê tê.

Di çend mehên dawî li Dûzxurmato piştî bicihbûna çend yekîneyên milîsên Tirkmen a girêdayî Heşda Şeibî, nakokî û alozî di navebra wan û Hêzên Pêşmerge û herwiha welatiyên Kurd û Tirkmen de çê bûn.

Derbarê çûna hêza nû ya pêşmerge bo Dûzxurmato de, Rêvebirê Polîs Dûzxurmato Farûq Ehmed di daxuyaniyekê d eji Rûdawê re ragihand: Şeva çarşemiyê ew hêz bi serkirdatiya Şêx Ceifer û bi mebesta aramkirina deverê û parastina ewlehiya navçeyê hatine nav Dûzxurmatuyê.

Li ser hejmara wê hêza nû jî Farûq Ehmed got: “Em nizanin hejmara wan çen din, lê belê zêde ne û hêzeke taybet e.”

Rêvebirê Polîsê Dûzxurmato herwiha da xuyakirin: “Kurdên navçeyê bi hatina wê hêza taybet a pêşmerge dilxweş in, çimku êdî geer li nav bajêr milîsên Heşda Şeibî gulleyan bireşînin, ew hêza nû dikare bersiva wan bide û ewlehiya navçeyê biparêze.”

Di meha 11 a sala 2015ê de aloziyên dijwar di navbera welatiyên Kurd û Tirkmen û herwiha Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe yên Heşda Şeibî de ku ser bi netewa Tirkmen in, derketin, ku di encama wan aloziyan de 7 Kurd û 26 milîsên Şîe hatin kuştin.

Herwiha di wan aloziyan de bi sedan mal û dokan ên welatiyan hatin şewitandin, ku pirraniya wan milkan ên welatiyên Kurd bûn.

Navçeya Dûzxurmato devereke Kurdistanî ye, ku ji aliyê yasayî ve li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û girêdayî parêzgeha Selahedînê ye.

Dûzxumrato zêdetirî 100 km ji navenda parêzgeha Selahedînê bajarê Tikrîtê dûr e û di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê û deverên arîşedar de ye.

Hejmara nifûsa Dûzxurmato û derdora wê 220 hezar kes e, ku Kurd %55, Tirkmen %30 û Ereb %15ê rûniştvanên wê navçeyê pêk tînin.

Rudaw
Top