NY: Divê Civata Navdewletî bêhtir alîkariya Herêma Kurdistanê bike
Roja 23 Adarê piştî ku Rêveberê Operasyonên Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Mirovî (OCHA) John Genge ji Iraqê ber Brîtanya vegeriya ji mîdya re ragehand: “Bi sedema berdewamiya nakokiyan li Iraqê bi milyonan ji xelkê Iraqê di bin metirsiyê de ne.”
John Genge, Iraq bi metirsîdartirîn cih li ser erdê bo jiyanê binav kir, bi sedema ku sala par bi tenê 7hezar û 500 kes li Iraqê bûne qurbanî û bêhtir ji 15 hezar kes jî birîndarbûne.
Herwiha got: “Iraq cihekî metirsîdar jibo karkiran, kesê ku bixwaze li Iraqê karbike divê binase ew li cihekî metirsîdar kar dike.”
Piştî ku John ligel berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê civyabû ragehand: “Piştî ku xelk ji Iraqê penaberbûn, Herêma Kurdistanê bêhtir ji milyon penberî li xwe girtiye.”
Derbarê rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê got: “Herêma Kurdistanê hejmarek mezin ji penabera li xwe girtiye, di demekê de ku ew xwedî çavkaniyên abûrî sînordarin, lewma pêwîste ku Civata Navdewletî bêhtir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.”
Li gorî raportên NY ji sala 2014 heta niha 3.3 milyon kes ji Iraqê koçber bûye, bi tenê sala par jî 7 hezar û 5 sed kes bûne qurbanî û 15 hezar jî birîndar bûne.
Rudaw
