• Saturday, 21 February 2026
logo

8 gund ji dest DAIŞê hatin derxistin

Gulan Media March 25, 2016 Nûçe
8 gund ji dest DAIŞê hatin derxistin
Artêşa Iraqê di operasyona îro ya li Mexmûr û Geyare 8 gund ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

Fermandeyê Operasyona Kontolrkirina Mûsilê Necmedîn Cibûrî duh pênşemî ragihand, di operasyona hêzên Iraqê de li Eniya Mexmûrê 8 gund li derdora bajarokê Geyare ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

Necmedîn Cibûrî got: “Di çarçoveya berdewamiya operasyonên leşkerî li Eniya Mexmûrê, yekîneyên Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û çekdarên eşîran karîn 8 gund li derdora bajarokî Geyare li başûrê Mûsilê kontrol bikin.”

Cibûrî da xuyakirin: “Her yek ji gundên Mutenter, Til Şeîr, Kermirdî, Nesir, xetab, Kodîle, Selahiye û Nezre îro hatin kontrolkirin.”

Cibûrî aşkere jî kir, ku operasyona hêzên Iraqê li dijî DAIŞê li gor planên amadekirî yên bo rizgarkirina Mûsilê birêve diçe.

Duh pênşemî 24ê Adarê Fermandeyiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê di daxuyaniyekê de destpêbûna operasyonên Feth bo kontrolkirina parêzgeha Mûsilê ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, operasyonê ji 3 eniyan ve dest pê kiriye û daxwaz ji xelkê deverên din bin desthilata DAIŞê de jî kir, ku ji avahî û baregehên rêxistina DAIŞê dûr bikevin, ji ber ku dê di çend saetên dahatî de bibin armanca êrişên hêzên Iraqê.

Rudaw
Top