• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Îsraîlê welatiyên 21 dewletan li dora agirê Newrozê kom bûn

Gulan Media March 24, 2016 Nûçe
Li Îsraîlê welatiyên 21 dewletan li dora agirê Newrozê kom bûn
Li bajarê Orşelîmê yê Îsraîlê xwendekarên masterê yên li Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê bi organîzatoriya xwendekarekî kurd cejna Newrozê pîroz kirin.

Li bajarê Orşelîmê yê Îsraîlê bi organîzatoriya pizîşk Tewfîq Bayram û bi beşdariya xwendekarên masterê yên 21 welatên cuda Cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Tewfîq Bayram ku li Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê masterê li ser saxlemiya civakê dike û xelkê Şirnex a Bakurê Kurdistanê ye, ji Rûdawê re diyar kir, ew wek xwendekaran gelek caran kom dibin û rojên taybet ên welatên cuda cuda pîroz dikin û wi jî bi alîkariya xwendekaran û zanîngehê bernameyek a Newrozê amade kir.



Bayram wiha got: “Me bername li zanîngehê pêk anî. Me agirê Newrozê kir, û meydan bi mûman xemiland. Min kulîçe/kadeyê serê salê çêkir û hin malbatên Kurd li Orşelîmê ji me re xwarinên Kurdî wek kutilk û eprax çêkirin. Rêvebira zanîngehê Prof. Ora Paltiel jî beşdarî bernameyê bû û kulîçeyê serê salê qet kir.”

Pizîşkê kurd diyar kir wî çîroka Kawayê Hesinkar ji beşdariyan ree gotiye û wa bi hev re li dora agirî dîlan girê dane û xwe bi ser agirî re avêt û wiha pê de çû:
“Ev şanaziyek mezin e bo min, belko cara yekê ye ko 21 welatên cuda 21ê Adarê li dora agirê Newrozê kom dibin. Keyfa xwendekaran gelek ji urf û edetên Kurdî, xwarinên Kurdî, mûzîka Kurdî û cilikên Kurdî re hat. Hima hemû xwendekaran wêne bi min re-bi şal û şapikên Şirnexî- girtin û gelekan jî şaşika min kirin serê xwe. Bernameyeka gelek xweş bû. Ez sipasiya Zanîngeha Îbranî, Prof. Ora Paltiel û hemî xwendekaran dikim. “



Rêvebira Zanîngeha Îbranî yê Beşa Saxlemiya Civakê Prof. Ora Paltiel ji Rûdawê re keyfxweşiya anî ziman ji ber ku bo pîrozbahiya Newrozê hatiye dewetkirin û wiha domand: “Ev cara pêşiyê bû ku min tama sersala Kurdî seh kir û ji dil tamek xweş bû. Ez gelek keyfxweş im ko min di gel xwendekarên xwe yên navnetewî beşdariya vê bernameyê kir. Her yek bi awayek cuda programa me ya Mastera Navnetewî dewlemend dike. Ji bo min şanaziyek bû min kulîçeyê sere salê qet kir lê xeyalên min şikestin çimkî morî ji bo min derneket.Cihê gotinê ye ko ez bi xwendekarê xwe Dr. Tewfîq Bayramî serbilindim ko ji me re behsa kevneşopî, urf û edet û reseniya Kurdan kir.”

Xwendekarê ji Papua New Guineayl Christopher Raymond Jr jî wiha got: “Ez ji welatekê têm ko ji gelek eşîran û ji 800 zimanên cuda pêk tê. Min digot qey ez her tiştî derheqê çandê de dizanim. Lê pîrozbahiya sersala Kurdî tiştek gelek seyr bû bo min. Ji xwarinên taybet bigirin heta stran û dîlana Kurdî her tişt gelek ciwan bû. Bêguman Kurdistanê çandek gelek taybet heye û ez gelek keyfxweş im min ev çand tecrûbe kir û hêvî dikim ev çand bê parastin û bê dîtin.”



Pizîşka Norwecî ya bi navê Marthe Sorli got Ji bo wê şanazî ye ko giringtirîn cejna Kurdan pîroz kiriye û got: “Min di gel hevalên xwe yên ji çar aliyên dinyayê di vê roja bêhempa de li dora agirî dîlan girê da, xwarinên gelek xweş xwarin û guh da çawa Kawayî Dehaq têk bir. Û vê şevê, wateya azadiyê û gelê Kurd yê bihêz li bîra me anî. Bîranînek bêhempa bû ko ez bi xwe re bibim Norwecê.”

Perestara japonî Asami Ueno jî wiha got: “Pîrozkirinek ya sala nû ya gelek bi bandor bû di gel xwendekarên navnetewî. Dîlan û xwe-avêtina li ser agirî re û kulîçeyê sere salê gelek xweş bû. Ez ê ti caran vê rojê ji bîr nekim. Hêviya aşîtiyê û azadiyê ji gelê Kurd re dikim.”

Pizîşka Ubekistanî amaje kir ku wek keseka ji welatek Newroz lê tê pîrozkirin, ji bo wê balkêş bû ku Newrozê ji aliyek dî ve bibîne û got: “Pîrozkirina bi cilikên Kurdî, tama xwarinên taybet û xwe avêtina li ser agirî re di gel stranên Kurdî we kir ku ez wê şevê li Kurdistanê bûm. Rêûresma pîrozkirina Newrozê bi awayek kevnare bîranînek gelek ciwan bû û xweştirîn awayê pêşwazîkirina biharê bû ku em wesa ji mala xwe dûr.”



Antropologa amerîkî Anna Schmidt jî wiha diyar kir: “Dîlana di gel mûzîka Kurdî, destên me di destê hev de, tiliyên me bi tiliyên hevalên ji her çar aliyên cîhanê ve li dora agirê Newrozê hestên wesa li min peyda kirin ko min got qey ez difirim. Tecrûbekirina ez bêhnekê bibim ji çandeka dî tiştek ecêb xweş bû. Ez bawer dikim ko rêya xilaskirina vê zulma li dinyayê tenê hevdu-fêmkirin e. Ji bo min serhatiyek gelek delal bû ku ez çîroka Newrozê û kelepora Kurdî nas bikim, ku jiyana wan hê jî di bindestiyê de ye. Ez ê ti caran vê rojê û wan mirovên beşdar bûyîn ji bîr nekim.”

Lêkolînera Kenyayî Jane Osindo jî got: “Pîrozkirina Newrozê tişta herî xweş û seyr bû vê sale min dîtî. Reng, ronahî û ruhê azad yê pîrozkirina

Rudaw
Top