Operasyona Mûsilê…DAIŞ direve
Îro serê sibê êrîşa artêşa Iraqê, li ser başûrê rojavayê Mexmûrê dest bi operasyonê kir û di pêngava yekem de pira Geyaraya di navbeyna Mexmûr û bajarokê Geyare yê ser bi parêzgeha Nînova hate derbas kirin.
Berdevkê hêzên Heşdî Niştimanî Mehmûd Sûrçî ji BasNewsê re ragehand; îro serê sibê operasyona rizgarkirina Mûsilê destpê kir û aşkera kir heta naha gundên Mitinter, Tel Şiîr, Nesir, Kirimridî, Xebat û Kodîla hatin rizgar kirin û diyar kir: ‘’êrîş hîn berdewam dike.’’
Di heman demê de çavkaniyekî agahdar ji operasyona Nînova ji BasNewsê re diyar kir: ‘’Çekdarên DAIŞê bi temamî ji bereya Mexmûrê hatine durxistin û cireta wan ango cesareta wan nemaye û têkçûne û direvin.’’
Herwaha aşkera kir, balafirên şer sê otomobîl teqandine ku hatibun amadekirin bi rêya xwekujan ve di hêzên Iraqî û Pêşmerge de bêne teqandin, lê ji aliyê hêzên esmanî ve hatin têkbirin.
Basnews
