Hevkariya Amerîkayê dê bo YPGê berdewam be
Li Washingtonê di civîneke çapemeniyê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner, li ser pirsa: “Hun PYDê rêxistineke çawa dibînin?” got, di siyaseta wan de ya ku “PKK rêxistineke terorê ya biyanî ye” tu guhertin çênebûye, lê PYD rêxistineke cuda ye.
Toner da zanîn ku wek gelek komên din ên şerê DAIŞê dikin ew li bakurê Sûriyê bi PYD an jî YPGê re kar dikin û ev karê hevbeş jî dê berdewam be.
Toner diyar kir ku ligel hevkariya PYDê dikin jî lê di navbera wan de nerînên cuda hene.
Herwiha got ku ew piştgiriya wê hewldana PYDê ya nîvxweseriyê jî nakin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku ew nîgeraniya Tirkiyê jî fam dikin lê li gor wan PKK û PYD du rêxistinên ji hev cuda ne.
Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di demekê de ye ku 31 mehê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîip Erdogan serdana Amerîkayê dike.
Rudaw
