Hollande banga civîna awarte li YE kir
Li gorî Ajansa Reuters, Îro 23 Adadarê Serokê Fransa Francois Hollande ji paytextê Brlçîka, ji Bruksel banga civînek awarte li ser asta wezîrên karê derve yên YE kirye jibo gengeşe kirina kiryarên têrorîstî ku doh li Burkselê bûn.
Banga Francois Hollande di demekê de tê ku doh 22 Adarê çend êrîşên têrorîstî li Burkselê pêkhantin, di encam de 34 kes hatin kuştin û nêzîkî 200 kesî jî birîndarbûn.
Herwiha hate ragehandin ku di civîna sibe de, wê wezîrên dadwerî û navxwe yên welatên endam di YE de amade bibin û civîn jî di seet 15.00 li Burkeselê were encam dan.
Basnews
