• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rûsya: Me çek dane Kurdên Sûriyê

Gulan Media March 24, 2016 Nûçe
Rûsya: Me çek dane Kurdên Sûriyê

Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê Aleksandr Dvornikov ragihand, ku pisporên leşkerî yên wî welatî di çarçoveya alîkariyên xwe de hem perwerdeya leşkerî dane şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û hem jî çek ji wan re şandine.

Li gor nûçeya malpera Sputnik a Rûsyayê, roja çarşemî 23ê Adarê Aleksander Dvornikov di hevpeyvîneke ligel organa fermî ya Hikûmeta Rûsya Rossiyskaya Gazeta de ew zanyarî aşkere kir.

Dvornikov herwiha ragihand, ku wan perwerdeya leşkerî daye hêzên Artêşa Sûriyê û hin hêzên din ên ser bi Hikûmeta Sûriyê jî, ku ew bi hêzên welatparêz bi nav dike.

Fermandeyê Hêzên Rûsya yên li Sûriyê di berdewamiya axavtinên xwe de tekez dike, ku Rûsya bo bihzêkirina hêzên Hikûmeta Sûriyê çekên modern daye Artêşa Sûriyê.

Aleksandr Dvornikov amaje bi serkevtina operasyonên Rûsya li Sûriyê kir û got: “Bingeha serkevtina operasyonên Rûsya li Sûriyê hevrêziya navbera hêzên esmanî yên Rûsya, Artêşa Sûriyê û rêxistinên din ên niştîmanperwer bû.”


Dvornikov axavtinên xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Bo zêdekirina îmkan û şiyanên leşkerî yên Artêşa Sûriyê, me çek û pêdawîstiyên teknîkî û pêşketî rêkirin Şamê. Xebatên hevbeş, bûne sedema ji hole rakirina bingehên terorîstan û kanalên wan ên dabînkirinê (tedarikat) û bi dest xistina destpêşxeriya stratejîk.”

Fermandeyê Hêzên Rûsya li Sûriyê herwiha da zanîn: “Pêkanîna operasyonên Rûsya li Sûriyê di 5 meh û nîvan de, rewşa li Sûriyê ji bingehê ve guherand.”

rudaw
Top