Li Xurmatû Heşda Şeibî teqe li baregehê PDKê kir
Duh 23 Adarê Berpirsê Komîteya Navçeya Xurmatû ya PDKê Ehmed Şêx Lengerî ji BasNews re ragehand: “Çekdarên Heşda Şeibî li bajarokê Xurmatû çend caran teqe li baregehê Komîteya Navçeyî ya PDKê li Xurmatû kirin, şûna fîşekan jî delîlê wê yekê ye, ti sedemek jî tineye ku ew teqeyan li baregehên me bikin.”
Herwiha eşker kirk u çekdarên Heşda Şeibî her deme û demekê teqeyan li beregehên partiyên Kurdistanî li sînorê Xurmatû dikin.
Xurmatû yek ji navçeyên Kurdistanî dervî îdareya Herêma Kurdistanê ye, berê bi ser parêzgeha Kerkûkê ve bû, lê jiber siyaseta terîbê di sala 1676 ji parêzgeha Kerkûk hatibû birîn û ew bi ser parêzgeha Selahedîn vekirin, niha jî ji ber hebûna çekdarên Heşda Şeibî jiyana Kurd, Ereb û Turkimanên Sune di rewşek pir xirab û metisîdar deye.
Basnews
